Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li rûsyayê sîstema navlêkirina kesan] de;

2. bi ya min paşnav tiştekî bêwate ye. hele paşnavên kurdan hemû biryara karmendên nifûsê ne. bikaranîna navên bav an jî dayîk jê çêtir û kêrhatî û nêzîkî rastiyê ye. dê û bavê min hîn jî wateya paşnavên xwe nizanin!

niha di tirkiyê de paşnav, ev qanûn ji bo karên dadgeriyê hatiye sepandin, dema di zewacê de dibe mesela namûsa mêran ku sed sal berê tune bûn. bi saya vê paşnavê jin mîna mal û eşya, ji navekî derdikevin û dikevin bin navekî din û mêr mîna tapoyan paşnavên xwe dizeliqînin jinan!

di dibîstanan de tê fêrkirin, heke ev qanûna paşnavê derneketa dê dadgeriyê de tevlîhevî derketaya û hwd û henekên xwe bi bikaranîna kevn dikin ên mîna "'elî kurê meheme". va ûris kirine. japon jî ne xelet bim wisa bikartînin.

wekî mînak îro ne ji nav û ne jî paşnavan hewceyî heye. ev hejmara nasnameyê bêyî gotina nav, di karên fermîyetê de karê meriv hel dike.

her wiha ji bo têkiliya peyam û sernavê xurt bikim, girêdanekî bidim we:
Here lînkê ji bo navên lehengên romanên ûris* rêberekî xweş e.



30.12.2017 15:10 ~15:14 | biruya hayao miyazaki