Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên qeyseriyê] de;

1. tiştekî wisa heye. ez dibêjim di "aralik" de ne qey. (ev aralik navê warekî ye di navbera qeyserî-mereş-qeyserî de ye û nav tirkî ye.)

yekem kesê ji kurdên qeyseriyê ye ku min nas kir bi riya youtube bû û xwezî min nas nekiriya. navê vîdyo my turkish kurdish culture e. ji îngilîstan e û ingilîziya wî pir herikbar e. zilam dibêje ez kurd im. (lê qala tirkan dike heta ku zimanê tirkî mînak dide lê kurdî nade). dibêje dê û bavê min elewî ye (xuya dike ku fedî dike lê dibêje ne mîna mûşrîkên suriyê ne, şanî nusayriyên sûrî dike) û xuya ye bûye wehabî.*

yekî vê şîroveyê şandiye ku min teqdîr kir û min jî têra xwe fedî kir:
"brother, i look up to you a lot. I'm sunni muslim and kurdish, but when both your parents are Kurdish and you're from a kurdish town and you have the audacity to add 'turkish' into the title. I feel ashamed."

min vîdyo temam nekir. lê ev zilam ne daişî be, ez tiştkî niza'm. di bbc de gotarek qala destê daîşê yê tora medyayî dikir ku pispora înternetê di dawî de digihişt vê encamê: daîş mîna reklamên kapîtalîzmê, seksê diçîne bin reklamên xwe û bi riya zilamên "maço"* bala jinên xiristiyan dikşînin hewd. ev zilam jî dawiya karê xwe ketiye vî karî yê min fêm kir lê min çav lêgerandinê jî tehemul nekir.

ez fedî dikim bi qasî du kesî!



23.12.2017 22:13 ~22:18 | biruya hayao miyazaki