1. Rich Site Summary.
ji wîkîpediya me:
"RSS rêbazeke şopandinê ya nû ku derfeta dîtina bi awayek tomarî ya nûçe û naverokên wekî wan ên di malperên înternetê yên cihê de tên weşandin, dide ye."
ji ber dijiminahiya kurdan a twitterê xilas bibim, min riyekî geriya û di dawiya dawî min riya rss dît. du sê sal in ez bikartînim. ji bo guhertinên/nûçeyên malperan ên ku ez dişopînim, bibînim/bixwînim rssa dixebitînim.
helbet tenê rss tu alîkariyê nake, ji ber ku her malper -ên dixwazin*- girêdana rss didin- . divêt çavkaniyeke/bernameyeke we hebe ku rss-yên malperan hevde û bi rêk û pêk bide xizmeta we. him ji bo kompûteran û him jî ji bo destfonan gelek bername hene.
bo linux: (bnr: quiterss)
bo destfon û gerokan: (bnr: feedly)
* tirşik naxwaze :/ çima? çima ekşî ji tirşikê çêtir e yabo. sîmurgo, nizanim avakirina/weşana rss tiştekî hêsan e ya na lê belê heba ew ê pir xweş bibaya. gelek.
ekşî, bbc tr, dw tr, rudaw, sputnik, bianet, gazeteduvar t24, diken û gelek gelek malperên din rss jî parve dikin.
|