Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zerdeşt] de;

10. bi xwedayê xwe yê yek (an jî yek û nîv) rabûye mîtra kuştiye û wî binax kiriye. lê ev haletê mirinê tenê du sê sedsalek wiha dewam kiriye, ew ku mîtra jî xwedayeke din ê îraniyên berî zerdeştî bû, wekî ku dîsa hatiye dinyê, ji nav axê rabûye û xwe kiriye yek ji yazatayên zerdeştî û ketiye avestayê :( mêrik hewqas xîret kir, hewl da ji bo bikuje, çavderketiyo wekî ku tu carî nemiriye rabûye û tew ketiye nav dînê zerdeştê reben ku mêrik bi ahura mazda û yazatayên xwe re dijminê wî gayê har bû. ji xwe roma dikeve destên wî. berî wê jî kildaniyan û xelk û dewletên anadolu û kurdistanê.

ev mîtra he ya mîtra bi qûrana dayika te xwendiye mîna bukalemun e. do ket xewna min, tirsiyam û min sûreyên xwe yên favorî xwend: felaq û nas. divê li bin sernavê wî xwedayê derewçîn ê çarqa tekerê binivîsînim lê ji min nayê.

(bnr: mîtraîzm)



11.11.2020 01:53 ~01:59 | biruya hayao miyazaki