Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [özgecan aslan] de;

3. xwedeyo! ev hovîtiyekî çawa ye! ev du roj e neketibûm malperên nûçeyan. dema ev nûçe ket li ber min hema mîna ava kelandî rijandin ser serê min û bi xencera ketin ser dilê min! însaneke ji însan çawa dikare vê bênamûsiyê bike! bersiv li hortê ye: kuştinên jinan polîtîk in. hew... îro li ser erda tirkiyê û kurdistanê cinayetên bi vê şêwê hema her roj pêktê. lê nêrîn û pratîka siyasetmedaran çi ne? tu ne tişt e... tişteke berbiçav tune ne...



şêr şêr e, çi jin e çi mêr e. erê pêşiyan vê gotinê berhemandine ya herkes dizane ku vê bûyeran ji nêrîn û rêzikên 'erf û 'edetan ê ne'let derdikevin.



jin namûsa mêr in, jin nikarin wanî bipeyivin, jin nikarin vaya li xwe kin, jin nikarin şev derkevin, jin nikarin hezbikin... ev pêşiyan hema li nav êgir bişewitin ku wan me mecbûrkirin em di nav dinyayeke wanî bijîn...



ne'let ew mêr u zilaman be ku hîn bi vê fikrê tevdidin û ne'lat wan be ku hîn law û kurrên mîna xwe perwerdedikin û ne'let wan be ku ew zarên xwe diavêjin kuçe û kolanan û ber didin li ser jinan...



dilê min diêşe...



14.02.2015 23:43 | biruya hayao miyazaki