Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nimêja sibehê] de;

3. di eskeriyê de, 5 mehan û piştî eskeriyê jî ne derew bim sê mehan rabûm bo nimêja sibêhê. xwedê biqebilîne. bi rastî jî wextek giran e. lê dema bi eşq were kirin, yanî ebid ji dil be, bi daxwazî şiyar bibe û nimêjê bike bi kêfek xweş dest bi karên xwe dike. ji bo min ceribandinek gelek xweş bû. lê dema nimêj (hemû îbadet) xwe ji daxwaziyê biqûlpîne otomatîkê, tehma kêfxweşî winda dibe û wezîfeya ebidî giran dibe ku wê çaxê lorikên şeytên xewa mirov xweştir dike.

dema hevalin min têkevin tengasiya şexsî /depresyonê an jî bikevin bêhêvîtiyê hwd, û heke bibînim berê xwe didin remil an jî yoga û medîtasyonê an jî tiştekî din, bêyî bifikirim nimêj -belek caran rasterast nimêja sibê pêşniyaz dikim. ji bo terbiyeya nefsê jê çêtir reçete tune ye.



01.01.2020 01:11 | biruya hayao miyazaki