Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [a ku rast e tehl e] de;

1. Rastiyeke civakî ye. Nefsa mirov daîma tişta herî xweş û ya ku bêyî zehmetî tê bidestxistin dixwaze. Ji ber vê yekê ji têkoşînê hez nake. Herwekî ji xebatê hez nake lê xebat rastiyekî ye. Ku nexebite wê tiştek bi dest nexe ji ber vê hindê çendî pê nexweş be jî dişixule û têdikoşe.

Lêbelê hin caran rewş berevajî diguhere. Gava mirov bi têkoşînê hêzdar dibe hingê dixwaze bêtir têbikoşe ji ber ku bêtir dixwaze û bêtir dixwaze. Çavê wî têr nabe. Ji bo mirovên wereng jî rastî ew e ku bi pîvan tevbigerin. Yanî rastî daîma rastî ye û tehl e. Anku rastî her daîm ji mirovan re dibêje tim û daîm bipîvan bin. Ev yek jî hinek dijwar e. Û herkes nikare vê yekê pêk bîne.



16.01.2014 01:26 | ceso