Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ewk] de;

1. Peyveke zimanê kurdi ye ku qirêjiya ziman tev de girtiye ser xwe. Ev peyva rebena xwedê tu cih û qul namîne ku nekevê. Dikarê bikevê her reng û feslî û di dêrva her peyvî de dikare bê bikaranîn. "ewka" reben xwişka filano û bêvano ye û ev evdala xwedê carinan dibe cînavk jî lê ta niha min qet nedîtiye zimannasek kurd qala wê bike û wê weke peyvekê bi bîr bînin. Welhasil û kelam digel ewçend xizmeta wê neheqî û tehdeyeke bêîmanî lê tê kirin.

Ji bo cînavkan mînak "dilê ewko di ewkê de ye"

Ji bo mînaka din jî " ewkê sofî xiyaseddîn ha", "çawa bêjim ewkê min diêşe lo"



28.10.2013 17:22 | ceso