Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [malhewîn] de;

2. gotina ku ji peyvên mal û hebîn pêk hatiye. mal jixwe mal e û lê hebîn gotineke erebî ye ku tê wateya hezkirinê. yanî ji hubê حب tê [ حبيب ] ev hebîn an jî hebandin bi taybetî li nava kurdên kafkasya tê bikaranîn lê li serhed û farqînê jî weke bi wateya "perestinê" tê bikarnîn.



mînak ji farqînê:



-kurê min êzîdî xwedê nahebînin!

+îca çi dihebînin

-şeytan dihebînin!

+de here tu jî lo tiştê wiha eblogeblo ji kur hîn dibî bavo!



û ji stana kerem geredenzerî ya bi navê "were sînemê"



"...

dihebînim

mîna ziyaretê navê sînem

sinemê...

"

neyse meselê pir tevlihev nekim. malhewîn ji malhebînê tê yanî ew kesê/a ku ji malê xwe hez dikê, aşiqê malê xwe ye.



19.07.2015 11:03 | ceso