Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hew û êdî] de;

5. daçekên ku wateya wan tim ne yek e.

Hew cuda û êdî cuda ye. " hew " dişibe "qet" a kurdî lê hew di xwe de neyînî jî dihewîne. Herwekî ;

Êdî hew Diçim nêçîrê

Êdî qet naçim nêçîrê

Wateya herdû hevokan yeke lê lêkera çûyinê di mînaka yekem de qertafa neyîniyê negirtiye û di ya didoyan de girtiye. Tişteke balkêşa din jî ku "êdî" di herdû hevokan de bi peywira xwe ya cuda cî girtiye. Lê di hin ciyan de ev "êdî" dikare di wateya "hew" de jî bê bikaranîn. Herwekî di peyama jor de.


tû xwedê mergehezo! Mijarên gramerî nenivîse, ji xwe re qala tiştên sekuler bike (;




(agahî: di spoilera jor de henek hatiye kirin. henek ew tişt e ku mirov dixwaze pê heval û hogirên xwe bikenîne. ken ew tişt e ku devê meriv ji hev vedibe û meriv bi hirehir dikene. mixabin ravekirin pêwîst e. bnr hew û êdî/64451)



keyskirin: min li jor gotiye "êdî hew" lê ev bikaranîn xelet e. xwedêjêrazî hevalek ez bi peyama xwe şiyar kirim hew û êdî/64451 min digo qey zanîna min a gramerê pir baş e lê mixabin ez jî carinan xetayên wiha dikim. xwedê hez ke ez ê ji vir pêve dersa gramerê nedim.



07.04.2015 16:47 ~19:33 | ceso