Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mehmet selim kiraz] de;

7. di derheqê wî de niha li ser çapemeniyê nûçeyên ku bi deh guleyan hatiye kuştin têne weşandin. Bi min ev ne giring e, ya ku giring e mêrik mir û wê nema were û wisa xuya bû ku wê kujerê berkin elvan ku sax bimana heya çendekî din wê aşkera bikirina û wê serê dewletê pir biêşanda lê piştî kuştina wî dewleta zikreş xwe lê xist xwedî û wekî ku şehîdên wan be li der û doran zirtan li xwe xistin. Ew rêxistina ehmeq û hov û taşeron ji bo ku tola berkîn hilîne bû sebebê sê canên din jî. Ji bo canekî sê canên din. (3>1) dîsa wan ji wan kirinên Xwe yên ku tenê bi kêrî faşîst û xwînmij û dewleta tirko Hate Kirinek kir. Bêguman mirov bi vî halê wan têdigihe ku bexçê paş yê gladîoya tirk in. Hima çi gûyê pîsên ku bi kêrî akp were vê rêxistina taşeron dike. Di vê navberê de akp "güvenlik yasası" derbas kir û dest bi lêgerîna ser ya parêzeran kirin. çi cara ku akp dixwaze tişteke dermirovatî bike herkes li hember radibe vêca çi ecêba giran e ku hergav di vê navberê de bûyereke ku akpê piştgirî û mafdar bike diqewime vêca akp jî dibêje " binêrin me gotibû".



04.04.2015 14:43 ~14:44 | ceso