Tirşik - Profîl
tirşik-profîla seranser

profîla "seranser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên nanivîsin] de;

18. kesên ku ewil divê bên haydarkirin, dû re ku hîn jî nenivîsin ji ferhengê bên avêtin. em tev ji bo pêşvebirin û elimandina ziman li vir in. ji sibê heya êvarê li ser twitter, facebook, ekşi û inci û uludağ û nizam çi qûna kerê bi tirkî têra tijî kirina deh pirtûkan dinivîsin, herweha hesabên wan ê tirşik'ê jî hene lê serî li vir nadin. çavkaniya fêdiyê ne ew kes.



tu kes ji me ne pisporê bikaranîna ziman e. ez dikarim bêjim pirahiya nivîskarên li vir (ez jî nav de) ecemiyên ceribandina rêzimana kurdî ne. lê ku em li cihekî pratîk nekin dê çawa zimanê me (him axaftin, him nivîs û xwendin) pêş bikeve? ev ferheng ji bo me hemûyan derfetek zor girîng e. divê em lê xwedî derkevin û binivîsin. paşê li ser twitter'ê qala "anadil" nekin ji kerema xwe re. ewil lê xwedî derkevin.



19.10.2013 18:49 | seranser