Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xidiran

profîla "xidiran"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [e-pirtûk] de;

7. epirtûk çawa tê çêkirin. rêhberek ji bo kesên ku dixwazin epubên xwe amade bikin.

Here lînkê



2016.03.14-17:04 | xidiran

5. wexta epirtûk tê gotin "pdf" tê hişa gelek kesan lê ne wisa ye. pdf ne epirtûk e. formata orjînal û navneteweyî ya epirtûkan "epub" e.



çima epub?



avantajên epuban li gor pdfyê pir zêde ne. di formata epubê de mirov dikare pirtûkê di her amûrê de bi rihetî bixwîne. mesela ger ekranek biçûk be di epubê de delfeta guherandina mezinahiya tîpan heye. her wiha mirov dikare binê hevoka ku dixwaze xêz bike, di nava epirtûkê de bi rihetî lêgerînê bike û hwd.



avantatek din jî sivikî ye. pdf ya pirtûkekî 60 mb be yê epubê herî zêde 1 mb ye.



avantajên epirtûkê li gor pirtûkên çapkirî



gelek kes dijî epirtûkan e lê bawerim pir hêdî be jî wê ev rewş biguhere.



bi sedan avantajên epirtûkan hene lê ti kes ji xeynî "bêhna pirtûkê" nikarin behsa tiştekî baş a pirtûkên çap kirî bikin.



dibêjin xwendina epirtûkan dijwar e lê ev jî ne rast e. tu ji pc'yê bixwînî bêguman e nabe. ji bo xwendina epirtûkan cîhazên taybet ên elînkê hene ku bi temamî hîsa pirtûkên çapkirî didin.

wek kindle û hwd.



- di epirtûkê de pirsgirêka jinûve çapkirinê nîne. her tim dikare bê dîtin.

- mirov dikare hemû pirtûkên xwe li cem xwe bibe her cihê û bi hêsanî bixwîne. bar kirin hêsan e.

- erzantir e. yan jî wê erzantir bibe hêdî hêdî...

- pirsgirêka belav kirinê -ku bi taybetî ji bo kurdan pirsgirêkek mezin e- nîne. li her derê cîhanê herkes dikare ji înternetê bikire û bixwîne.

- zirarê nade sirûştê û ji bo wan dar nayên jê kirin.

- ji bo nivîskaran belav kirina pirtûkê hêsantir dibe.



pêşeroja e-pirtûkan



çawa ku kaset û cd rabûn platformên dîjîtal ên wekî spotify, deezer, apple music, ttnetmuzik, google play muzik û hwd. li cihê albuman girtin û her kes pê hîn bûn, çawa ku vcd, dvd ji holê rabûn êdî platformên temaşe kirinê ya wekî netflix, hulu, youtube û malperên din li şûna wan girtin wê heman tişt di meselya pirtûkan de jî pêk were.



lê ne bi qasê wan zû. ji ber ku pirtûkên çapkirî bi hezaran salin tên bikaranîn û hînbûneke demdirêj heye. lê emrê plak, kaset, cd, vcd û hwd. ne ewqasî dirêj bûn ji ber vê jî zû ji holê rabûn.



jixwe mesele ne şêweya gihandinê ye. mesele naverok e.



nûçe nûçe ye. ha bi rojnameyê ha bi malperê...



stran stran e. ha bi plakê, ha bi kaset û cdyê ha jî bi spotifyê.



fîlm fîlm e. ha bi vhsyê, ha bi vcdyê ha jî bi malperên temaşe kirinê.



heman tişt ji bo pirtûkê pêk tê. pirtûk pirtûk e. ha bi papîrûsê, ha bi kaxizê ha jî bi epirtûkê.



di zû belav nebûna epirtûkan de faktorên din jî hene.



bînin bîra xwe tevlîhevîya di muzîkê bi salan dewam kir. pêşî cd derketin, piştre mp3, piştre malperên beleş ên mp3 belav kirinê (wekî napster), paşê forum vebûn û di dawiya dawiyê de jî platformên qanûnî ên wekî spotify. niha ji dikevî spotfiyê kîjan albumê bixwazî derkedikeve, bi bergê xwe, bi gotinên stranen, bi awayekî paqij, hêsan û bi pergal. arşîvek bêsînor niha berdest e. bêguman hemû arşîva muzîka kurdî heye. di mehên dawî de şîrketên muzîka kurdî bênavber arşîvên xwe vediguhezînin wan platforman.



meseleya epirtûkê niha ji heman tevlîheviyê de ye û wê di dawiya dawiyê de bigêhe pergalekî baş.



pêşî pdf derketin û derket holê ku di cîhazên biçûk de xwendina epirtûkan ne hêsan e. paşê amûrên wekî kindle derketin. kindle yanî amûrên xwînerê pirtûkan wiha ne:










her çiqas kindle pir zêde navdar bûbe jî niha ne wek berê ye. pispor wisa texmîn dikin ku wê di dawiya dawiyê de epirtûk ji telefonan bêne xwendin. ji ber ku ekranên telefonan mezintir dibin. telefonên bi 5.5 an jî 5.8 înçî hene. hema bêje bi qasê mezinahiya xwênerên pirtûkan ên wekî kindle an e ku ew jî 6 înç bûn.



rewşa epirtûkê li cîhanê çiye?



niha li amerîka û piraniya welatên ewrûpayê ji %100 hemû pirtûkên çapkirî di heman demê de bi versîyona epirtûkê jî derdikevin. li gor daneyên dawî li emerîkayê hejmara firotina epirtûkan gihêştiye hejmara firotina pirtûkên çapkirî. wisa tê texmîn kirin ku di sala 2020'an de li emerîkayê firotina epirtûkan wê firotina pirtûkên çapkirî derbas bike. her wiha dîsa li gor texmînan wê 2050'an de ji xeynî çend heb ji bo nasandin û reklama pirtûkekî nû -wek çapa ji bo koleksiyoneran - wê çap kirina pirtûkan wê bi temamî bisekine.



epirtûk herî zêde ji aliyê amazon û piştre jî ji aliyê google play booksê ve têne firotin. amazon û google play books êdî wek "spotify" ê epirtûkan in.



play books wiha dixuye:














li amazonê li kîjan pirtûkê binêrî versîyona epirtûk (kindle) û versîyona çapkirî bi hev re tê weşandin



mînak:

Here lînkê

Here lînkê





rewşa epirtûkên tirkî



piraniya weşanxaneyên tirkan ên wekî can, yapi kredi, iletişim, doğan kitap, nesil, evrensel û hwd. jî êdî epirtûk diweşînin. li tirkiyeyê epirtûk herî zêde bi riya idefixe û d&r ê ve têne firotin. lê weşanxaneyên mezin ên tirkan epirtûkên xwe di plattformên neteweyî ên wekî google play booksê de jî diweşînin.



wek mînak:

Here lînkê

Here lînkê

Here lînkê

Here lînkê



rewşa epirtûkên kurdî çiye?



mixabin weşanxaneyên kurdî epirtûk naweşînin. bi tenê weşanxaneya evrenselê ku pirtûkên kurdî jî çap dike pirtûkên xwe wek epirtûk weşand.



mînak:

Here lînkê

Here lînkê

Here lînkê

Here lînkê



weşanxaneyên kurdî çewtiya ku şîrketên muzîka kurdî çend salên berê kiribûn dikin. şîrketên muzîka ku di meseleya platformên dîjîtal de pir dereng man û ji ber vê yekê jî di warê maddî de jî zirarên mezin dîtin. gelek kes muzîka ku kurdî li youtube bi awayekî ne qanÛnî belav kirin û şîrketên muzîka kurdî ji mafên wan ên telîfê bêpar man. kom muzîk û ses plak h3e 5-6 meh bûye ku arşîva xwe li youtubeê jî bi awayekî fermî bar dikin.



weşanxaneyên kurdî di serî de avesta û lîs wê gellek poşman bin. wê yekî derkeve (belkî ez) û hemû pirtûkên kurdî veguherînin epubê û biweşînin û ewê mal mal bakmîş bikin.



weşanxaneyên tirkî di nava çewtiyek mezin de ne. ji ber ku epirtûkên wan pir buha ne û ji ber vê yekê jî zêde nayên firotin. dibêjin mafê telîfê û nizanim çi lê hincetên bêwate ne. pirtukekî çapkirî 25 tl be epirtûk 20 tl. ye. xêre çavê min heqê çapkirinê nîne, heqê pirtûkfiroşê nîne, heqê belav kirinê nîne ma ev çiye?



lê dîsa ew winda dikin, niha di serî de "meritokrasî" gelek komên belav kirina epirtûkên orjînal derketine û bi hezaran kes niha beleş wan epirtûkan dixwînin.



weşanxaneyên kurdî jî wê piştî 4-5 salan rewşê fam bikin lê wê pir dereng be.



ji bo nivîskarên pirtûkên kurdî avantajên epirtûkê



pêşniyara min ji bo kesên ku dixwazin pirtûkên kurdî çap bikin jî hene. qet neçin xwe li ber wan weşangerên me yên qurree û pozbilind û stûyê xwe li ber wan xwar nekin û ji bo çap kirina pirtûka xwe pere nedin ji wana re.



yan 2-3 sal bisekinin ku ev meseleya epirtûkan hinekî rûne yan jî jixwe re mîzanpaja epirtûk (epubê) hîn bibin ku li înternetê pir çavkanî hene û paşê epirtûka xwe di paltformên wek amazon û google play books de bixwe amade biweşînin. madem 2-3 hezar tl'yên hene di facebookê bi pere reklama epirtûka xwe bikin baweriya we hebe pirtûka we bigêhe zêdetir kesan ku weşanxaneyên krudî pirtûkên xwe dikarin bigêhînin. jixwe pirtûkek kurdî 1000 heb tê çap kirin û çiqas tê belav kirin kirin biguman e. herî zêde ji 10-12 pirtûkfiroşan re dişînin û hew. jixwe hejmara xwênerên pirtûkên kurdî jî diyar e. pirtûkek kurdî kêm zêde 200-300 heb tê firotin. ji xeynî çend îstînayan (pirtûka we li bazarê biqede jî) çapa duyemîn jî nakin. lê epirtûka we hertim di wan platofrman de mîna ku nû hatiye çap kirin wê her û her hebe û li her welatê cîhanê bê firotin. her wiha ger hin bixwazin çewtiyekî di pirtûka xwe de sererast bikin wê delfeta we jî hebe. nebêjin wê neyê xwendin. jixwe êdî telefonên aqildar ên herkesî hene. li derdora xwe bidin nasandin, reklam bikin, li ser medyaya civakî reklam bikin bi 500-600 tl yê. wê hêdî hêdî xwênerên pirtûkên kurdî (ma herî zêde ne 10 hezar kesin) hînî xwendina epirtûkan bibin. çiqas epirtûkên kurdî ên wisa derkevin wê ewqas kes hîn bibin.



kêm xwendin û kêm guhdar kirina berhemên kurdî de xwediyê berhemê jî sûcdarin. albumek an jî pirtûkek derdixin bi awayekî pêwîst reklamê nakin. yaw ma di destê we de medyaya civakî heye reklama xwe bikin malxirabno..



dizanim dirêj bû lê mesele wisa ye.



nûçeyek li ser mijarê - "pêşeroja epirtûkan di telefonên aqildar de ye"

Here lînkê



lêkolînek bi tirkî li ser mijarê

Here lînkê



2016.03.14-16:12 ~16:50]| xidiran