Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hesenê metê] de;

14. Hesenê Metê di berhemên xwe de, bi awayeke neyekser û carinan biyekser beşek ji kesayetî û jiyana xwe di hûrgiliyên jiyana lehengên xwe de şêwe dike.


Di romana “Li dêrê” de lehengê wî nivîskarekî kurd e, li Swêdê, li welatê dûr û sar dijî, rojekê diçe dêra Santa Ragnhildê ko dikeve başûrê Stockholmê, bi hêviya ko îlhamekê ji bo romana xwe ya nû wergire.

Nivîskar ango lehengê Hesenê Metê ji bakurê Kurdistanê û dergevanê dêrê ji başûrê Kurdistanê, kurdekî zaxoyî ye. Bilindê Zaxoyî dibe evîndarê dotmama xwe, ji ber êşa evîneke têkçûyî direve û li xerîbiyê rûbirûyî êşa penaberî û tenêtiyê dibe.

Hesenê Metê li dêrê pirsên metafîzîkî ko mirov carinan bêdeng ji xwe dipirse bêyî ko biwêre bi gotinan rave bike, pirsên hebûn û nebûnê bi rêya diyaloga di navbera Bilind û nivskarî de, bi zimanekî felsefî ya balkêş hişyar dike.



28.06.2017 15:50 | tizbîkêş