4. nexêr modernîte îcadek e û ji ber hin sedemên dûvedirêj dereng gehiştiye rojhilata navîn. hewce nake em kurd bi vê kompleksa derengmayînê xwe li 'erdê xin. wek qadeke rexneyê na, wek tesbîteke sosyo-kulturî divê bê xwendin. bindest her derengmayî ye, ev gelek normal e lê yewnan, tirk, faris û 'ereb jî derengmayiyê modernîteyê ne. bi geşedanên serê sedsala 20em ve têkildar e û têra xwe jî pêwendiya vê meselê heye li gel kolonyalîzmê. Ne ku em kurd gerîzekalî û paşverû bûn û me berê xwe neda modernîteyê. Wisa qewimî, tarîxê ji me re wisa lê anî. Ev ne sûcê me bû. |
|
30.03.2016 04:01 ~04:02 |
terkexem
|
1. teoriya gregory jusdanis e ko li ser gelên bindest û hejar û belengaz behsa derengmayîna bo modernîteyê dike. remezan alan jî li ser rêçika wî, bi vê perspektîfê kultur û edebiyata kurdî dinirxîne û bi min jî di cih de ye. jixwe kambaxa bêdewletiyê jî ma ne derengmayîna me kurdan e ji bo trêna medeniyetê? dê ka werne suhbetê.. |
|
28.03.2016 19:06 |
terkexem
|