Tirşik - Profîl
tirşik-profîla şevko

profîla "şevko"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helbestên evîné] de;

4. Bajarek…

Bajarek bifikire ku

di nav de ez

bêkes û tenê.

Te difikirim

te digerim

te dixwazim

hesreta te dikişînim.

Bajarek bifikire ku

bê te bi hertiştên xwe min dixeniqîne

tehma jiyana min jehr kiriye.

Bajarek bifikire ku

bûye hepsa min

ez bûme mehkûmê wî

dest û lingên min girê daye

min dixapîne.

Bajarek

ez û tu

eşq û tenêtî

hesret û gazin…

Çi bibêjim

tenêtî ji her alî ve min dikuje

Bizanibe ku ez dimirim

saet bi saet

roj bi roj ez dimirim

tu tune yî

ez dimirim…OCCO MAHABAD



14.08.2013 17:24 | şevko