Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [diqdiqîn] de;

1. bi qewlê turkcekurtcesozluk.comê: qidqidîn, qidikîn, qilî bûn, dixdixîn, xidîqî bûn, xidûqî bûn, xuritîka (yekî hatin) l/b w, qidîk hatin (yekî), qitqitî hatin (yekî), qîtqîta (yekî hatin).. dema yek bi destê xwe li dereka yekî bide û ew yek jî ji vê yekê veciniqe jê re tê gotin diqdiqîn, bi piranî dema destê mirov li derên hesas yên wekê binçengan filan bikeve mirov didiqdiqe.. yê ku tûşî vê hereketê dibe didiqdiqe û yê ku vê hereketê dike, didiqdiqîne.. ji bo kesên ku didiqdiqin jê re dibêjin tîka wî/wê heye û yên ku ji binê lingê xwe nediqdiqe jî dbêjin ne ji bavê xwe ye, yanî bîjî ye.. bi tirkî; gıdıklanmak û bi îngîlîzî jî be tickled, titillate..



04.03.2014 05:17 | endazer