37. piştÎ stran û sîngila xwe ya ewil ya bi navê risk it all pêşiyê straneke bi navê revolution -şoreş- ku tê de behsa şerê kurdan li dijî daişê û pê re jî bi navê finally -dawiyê- li ser referandûma serxwebûna kurdistanê li başûr du stran çêkir. revolution na lê finally kêfa min jê re hat. par bi stranbêjeke albanî re stranek bi navê guns and roses -gul û çek- çêkir bi ya min cara ewil di vê stranê de dengê wê li stranekî rûnişt, ez bi hêvî bûm ku bi vê stranê li lîstên mûzÎka dinyayê cih bigire û deng vede lê zêde deng veneda. guns and roses vîdyoyê veke |
|
25.12.2019 00:33 |
endazer
![]() |
30. di rapirsîna rûdawê ya kesayetî gencî salî 2014an de heta niha ji 1.617.883 dengan kariye 97.046 dengan wergire. bi vê rêjeya dengan piştî qubad talabî û ferhad etroşî di rêza sêyê cih girtiye. |
|
30.12.2014 00:05 |
endazer
![]() |
28. di fîlmeka bi navê merdan ku ji aliyê derhêner betin qhobadi ve hatiye çêkirin de wek serlehengê fîlmê rol standiye û ligel ekîba fîlmê beşdarî festîvala fîlman ya torontoyê ku li kanadayê ye bûye.. di roja ewil ya festîvalê bi cilûbergên pêşmergeyan û bi alaya kurdistanê çûye hola festîvalê, di roja didoyan ya festîvalê jî bi kiraseke sor çûye festîvalê û bala hemû beşdar û mêvanên festîvalê kêşaye ser xwe.. |
|
13.09.2014 21:20 |
endazer
![]() |
25. hesabê wê yê înstagramê; http://instagram.com/hellyluv |
|
10.09.2014 01:24 |
endazer
![]() |
23. min îro guhdarî covera wê ya şemamê û canê canê kir.. dengê xanimê bi rastî jî xweş e.. û ev jî heye xwudê bejn û balek bêqisur û bêkêmasî dayiyê, mirov ji temaşa û guhdarkirinê têr nabe.. edît: niha li ser youtubeê liqayî performansa zindî ya hêlîn xanimê ya covera şemamê û canê canê hatim, ya ji hemûyan ecêbtir navê vîdeoyê 'helly luv di partiya rojbûna kralîçeya brîtanyayê, elîzabethê de distirê' ye û ya ji wê jî ecêbtir hema bêje hemû serok û serkirdeyên hikûmeta herêma kurdistanê di rêza pêşîn ya salona konsertê de cihê xwe girtiye.. qubad talabanî kenekî welê ji dil dike tu dibêjî qey ji derinan sozin standine.. * ew vîdeo; vîdyoyê veke |
|
09.09.2014 23:19 |
endazer
![]() |
10. (bnr: kurdên ku bi çavê oryantalîstekî li kurdistanê dinêrin) |
|
21.02.2014 03:26 |
endazer
![]() |
7. rûpela wê ya li ser facebookê ji aliyê 500 hezar kesî ve hatiye ecibandin.. |
|
21.02.2014 00:29 |
endazer
![]() |
5. stranbêja ku ji aliyê kesinên nenas ve bi riya mesaj û smsan gefa kuştinê lê hatiye xwarin.. bi egera ku di klîba xwe de sembolên masoniyetê bikar aniye.. hêlan xanim jî -erê navê wê yê rastî ev e- dibêje piştî îdîayên xelkê min zanî bê masoniyet çi ye.. neyse muhtemelen ehmeqên ekstra msilman bi vê kerîtiyê ve rabûne û gefa kuştinê lê xwarine, ji ber hindê ez rasterast berê xwe bidime wan.. ê oxlim bi qewlê teyyîbê sergolik welew kî, sembolên masoniyetê bikar aniye, çi ji te re derd e, te çi jê ye, çi îşê te pê heye, çi kula dilê te ye?! |
|
13.02.2014 01:06 |
endazer
![]() |