Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [euthanasia] de;

10. ez ê navê du fîlmên baş yên ku behsa vê mîratê dikin bidim, herdu fîlm jî li ser otenaziyê ne yek jê ji xwe di peyameka li jor de hatiye gotin, mar adentro yanî behra sayî ye, û ya din jî le scaphandre et le papillon e yanÎ noqav û perperok..

erê herdu fîlm jî behsa otenaziyê dikin, lê ji perspektîveke cihê û berevajiyê hev.. fîlma pêşîn dilê mirov diêşîne û ji dinyayê sar dike û ya didoyê jî dilê mirov li heyatê disincirîne..



01.01.2014 18:37 | endazer

6. peyveke grekî/yunanî ye.. di kurmancî de tê wateya mirina baş û sivik û hêsan.. bi îngîlîzî wek yusineja tê xwendin, tirkan ötenazî ji kû dera xwe derxistine nizanim û ya rastî mereq dikim.. li gorî google translateê bi farisî mergî esan e û bi erebî jî qetlî rehîm e.. yanî herdu zimanên cîran jî peyv rasterast wergerandine û daxilî zimanê xwe kirine.. li gorî min em jî ji bo kurdî Û kurmancî dikarin jê re bêjin mirina sivik an ya hêsan..



01.01.2014 17:33 | endazer