1. yanî rawestîn û karnekirina dil.. ji herdu peyvên dil û kutanê çêbûyiye.. dil wekê ku herkes pê zane organeka heyatî ya bedena mirovan e, xwînê li bedena mirovî digerîne, nirxê germaya laşî eyar dike û gelek tiştên din.. û kutan jî hem tê wateya lêdan û lêxistinê, ku peyva mêkut an mîrkutê jî vir tê, û hem jî tê wateya dawiyê, ku ew jî wek kutahî tê zanîn, wek kutayî li karê xwe anî.. kutana di vê peyvê de ji herdu wateyan jî ne dûr e.. lê ez welê texmîn dikim bêtir bi kutanê ve yanî bi lêdan û lêxistinê ve eleqedar be, çimkî ji bo dengê dilî jî dibêjin kut-kuta dilî.. wek feqîro ji tirsa bizdahabû, kut-kuta dilê wî ji kîlometreyekî wêdetir dihat bihîstin.. |
|
28.12.2013 18:58 |
endazer
|