Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kebirandin] de;

1. ya ku piştî mirina yekî ji bo agahdarkirina xelkê ji dengê melayê mizgeftê tê kirin e.. wekê din di meha remezanê de ji bo nêzikbÛna çaxê banga siharê ragihîne tê kirin.. û dîsa êvara îniyê yanî roja pêncşemê berî banga nimêja eşayê û roja ewil ya cejna remezan û ya qurbanê jî ji bo xelkê gazî nimêjê bike tê kirin..

muhtemelen ji kok û rayeka k-b-r ya erebî ya di wateya mezinê de hatiye darêjtin.. kebirandin yanî sediqandin û teblîxkirina mezinaya xwudê..

nimûneyeke xweş ji dengê melayê mizgefta mezin ya amedê mirov dikere guhdarî bike:



25.11.2013 05:08 | endazer