17. Duh 4ê gulana 2020an li nexweşxaneya Hewlêrê emrê Xwedê kiriye. Ev demek dirêj bû bi penceşêra pişikê ketibû û dihat dermankirin. Hozan û hunermendek bê hemta bû. Gelek helbestên seydayê tîrêj û yên Cegerxwîn ji wan stranên gelek xweş çêkir û gelek stranên gelêrî yên ji deverên cuda cuda da ber hev û bi dengê xwe yê xweş xist xizmeta hunera kurdî de. ji bilî kesayetiya xwe ya hunerî cihekê wî yê taybet û qedrgiran di nav civaka kurd de hebû. kesayetiyeke rengîn bû. yekî jêhatî bû. Ligel ku ji heşt saliya ve ji herdu çavên xwe kor bûn, rê neda ev yek jê re bibe asteng hînî lêdana tembûrê bû. ez ne xelet bim salên 70 an 80 ji ber zilma rejîma bees diçe Almanyayê û dibe welatiyê wir. Min guh li axaftina wî ya bi îngilîzî kir di hevpeyvînekê de, bi aksaneke hema bêje bêqisûr diaxivî. |
|
05.05.2020 05:41 |
endazer
|
2. antîdepresena kurdan e.. heçiyê nîv seetî li civata wî rûne û çend stranekî jê guhdarî bike êdî mirin bi dilê wî nakeve.. eger rojekî xwudê hez kir û zewicîm çi qas nas û dost hebin ez ê têxim dewrê de çi bo bê û di daweta min de bistirê.. heta hingî xwudê emrekî dirêj bidiye û ji qeza û bela bisitrîne.. |
|
06.12.2013 20:41 |
endazer
|
1. seîd gabarî di 13ê nîsana sala 1956an de li gundê xirbê kejê li kurdistanê ji dayîk bû. weka tê bîra wî di heşt salîya xwe da dest bi hunera kurdî kirîye, û weka her kurdekî di wî wextî da, jiyana xwe di bin zilm û zorê derbas kirîye. dayika hunermend seîd gabari bi stran û dengê xwe tesîreka gelek giran da ser wî û hişt kû nêzîkî stran û awazê kurdî bibê. |
|
07.06.2013 15:18 ~2022.01.13 11:38 |
endazer
|