Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [roja sewikan] de;

1. li cizîrê ji bo roja erefê ango rojek berî cejnê tê gotin. sewik cureyekê nanê tenûrê ye, hevîrê wê çawa tê stirhan nizanim lê rûn û kunciyan lê dikin beriya ku bavêjin tenûrê. ji ber ku berê herkesî rojek berî cejnê bi taybet ev nan çêdikir, xelkê ji wê rojê re digot roja sewikan û ji bo çend rojên berî cejnê jî digotin deravê eydê. gava din di youtubeê de rastî vîdeoya jêr hatim, dibêjin li cem êzidiyan bi bavê roja batîzmê cejnek heye û di vê rojê de naneke taybet ku ew jî jê re dibêjin sewik çêdikin.




11.05.2022 13:32 | endazer