Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nitirîn] de;

1. ev peyv bawerim tenê li cizîrê bikar tê. di wîkîferhengê de bi wateya nexşandin, xemilandin, arastin heye. li cizîrê ji bo rewşa ku yek xwe ji bo tiştekî ne bi hemdê wî nebihîstî bike, deng nebe xwe tê bikaranîn.
wek; azad bihîst ku mêvan hatine, xwe nitirand, deng nebir xwe.
evînê dît ku şîv ne bi dilê wê ye, xwe nitirand, xwe li xewê danî.
di ferhenga kurdî-îngîlîzî ya michael chyet de bi wateyeke nêzikî wateya li cizîrê cih girtiye.
''nitirandin: -nitirîn to cause to guard, watch over (parastin, hay jê hebûn, çavê yekî li ser bûn) -xwe lê nitirandin: to ambush, lie in wait for (syn: bose vedan/danan) (xwe lê telandin) Nêçîrvan di kozikan de xwe li nêçîran dinitirînin. rojek ji rojan pisîkê xwe li şîrê pîrê nitirand. rovî xwe li mirîşkê nitirand.''



09.05.2022 12:41 | endazer