4. dibistanên tirk yên cemaeta fg, rêzefîlmên tirk û heyraniya kurdên başûr ji bo tirkan û çanda wan ev hersê faktor dema tên cem hev qedr û siyaneta ku gerokên tirk li başûr dibînin li kirasekî maqul hiltên. û tirkmenên li başûr jî divê mirov ji bîr neke. heyraniya kurdên başûr ya ji bo tirkan jî digihiije du sebeban ya sereke îro li seranserê dinyayê çavê hemû miletên rojhilatî ji ber ku paşdemayî ne li miletên rojavayî ne û ji ber ku ji wan pêşketîtir in, gerokên din yên biyanÎ wek îngilîz û frensî jî bi heman şêweyî tên pêşwazîkirin ji ber vê kompleks û çavlêkirinê. û ya duyê jî pkk ye ku çi berê dema şerê birakujiyê û çi niha li başûr bûye sebeba gelek alozî û nexweşiyan bêtir jî li devera behdînan hema bêje bi qasê gundên li bakur bi destê dewleta tirk hatine valakirin, gund li devera behdînan ji ber şerê pkkê û dewleta tirk û guvaşên pkkê ya li ser gundiyan hatine valakirin. gotinek heye dibêjin elewîtiya elewîyan ne ji ber hejêkirina elî ye ji ber kÎn û nefreta wan a ji bo emer e ev helwesta kurdên başûr ya ji bo kurdên bakur û tirkan jî biçekî ev mesele ye. û yek jî giyayê hewşê tehl e, li nav miletên rojhilata navîn bellkî dîsa ji ber kompleksa xwebiçûkdîtinê mêvanên biyanî ji yên nas bêtir qedrê wan tê girtin. |
|
04.05.2021 14:13 |
endazer
|