Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li ser facebookê kesên ku tim û daîm vexwendinên kom û rûpelan dişînin] de;

1. belê ev jî derdek bê derman e.. kurd heta ku li gund bûn û bi jargona çepên tirk û kurdên welatparêz feodal bûn hemû xweyî statû û kursiyekî bûn, çi şêx, çi mîr, çi beg, çi muxtar, çi axa û çi jî seyê di nav firaxa filan.. piştî ku bi darê zorê be jî ji gund barkirin hatin li bajaran bicihbûn îcar jî bûn serok û sekreterên hizb û partî û rêxistinan.. piştî ku ev mîrata înternetê jî li me bû bela îcar herkes bû xweyê paye û rutbeyekî sanal û bû admîn û moderatorê malper, kom û komar û kolos û rûpelên muxtelîf yên li ser sosyal medyayê bi taybetî jî li ser facebookê.. bi rastî jî eger ji nav kurdan pêxemberek derketibûya û ew pêxember jî bi ezm û cehd û xîreta van canik û ciwanmêran çûbûya ber derî û dergehê xelkê û reklam û danasîna rêya xwe kiribûya xelk xwestibûna ser dînê xwe yê heq niha herkes dîndar û terefdarê wî dînî bû.. vêca ser de jî êdî bêyî destûr herkes dikare heçî kesê dixwaze tevil komekî bike.. neyse..



04.10.2013 14:33 | endazer