Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şerîfo hiş wê xelk me têxin hebsê] de;

1. straneke rapbêjê kurd Şerîf omerî ye. navê stranê yê rast û resen kurdo ye. ji wan stranên berê yên Şerîfo ne ku kêm tê zanîn. rîtm û mûzîka stranê û gotinên stranê pirr xweş û serkeftî ne. gotinên stranê li ser nakokî û durûtiyên civaka kurd ya li ser rojavayê Kurdisanê ye. Lê ya ecêb bi xwe jî niha li Almanyayê ketiye nav heman nakokiyan, stranên tewş, bêwate û bêkalîte çêdike. lê bi awayeke ecêb ev stranên wî yên nû bi milyonan tên guhdarîkirin.

Çend gotin ji vê strana wî:

nîvê xelkê reviyan nîvê dî gû dixwin
Kurdê Tirkiyê perê kurdê Sûriyê dixwin.

Hinek diziyê dikin hinek bang dikin Kurdistan

Go hê Şerîfo mayî dev bavêje xelkê
Hayê te ji te hebe wê hin li te xin rojkê
Kurdo hema pesnê hinka bide carekê
Şerîfo hiş wê xelk me têxin hebsê





04.05.2020 18:06 | endazer