Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [elaeddîn secadî] de;

1. mamoste û nivîskarê kurd.. Elaeddîn Secadî di sala 1907an de li Kurdistana Iraqê hatiye dinyayê. Di sala 1938an de destûra meletiyê wergirtiye û li Bexdayê, li mizgefta Neîme Xatûnê meletî kiriye. Di 1939an de ketiye nav qada rojnamevaniyê, di 1941ê de bûye berpirsiyarê kovara Gelavêj û heta 49an dewam kiriye. Di sala 1948an de bi navê Nizar kovarek bi kurdî û erebî derxistiye. Di navbera salên 1958-1974an li zankoya Bexdayê mamostetiya edeb û dîroka edebiyata kurdî kiriye.

Hinek ji berhemên Secadî ev in:

Ristey Mirwarî, ji 1-8, sala 1957-1938.

Mêjuya edebiyata kurdî, 1952.

Şoreşên kurdan û şoreşa Iraqê.

Hemîşe Behar, kurteçîrok, 1960.

Destûr û ferhenga zimanê kurdî, 1961.

Edebê kurdî û lêkolîna edebê kurdî, 1986.

Kurdewarî, 1974. / Deqekanê edebî kurdî, 1978. / Nawî kurd. / Geştêk le Kurdistan. / Nirx Sinasî.

Elaeddîn Secadî di 13.12.1948an de wefat kiriye û niha li Bexdayê, li Goristana Şêx Ebdulqadirê Gêlanî veşartî ye.



07.09.2013 18:35 | endazer