2. aktorê sereke yê dîwana mem û zînê ya şairê kurd ehmedê xanî û destana memê alan.. navek xweş û sivik û levhatî yê kurr û lawan.. muhtemelen bi kurtebirrîna navê muhemed an mihemed yê bi erebî çêbûye.. di folklora kurdan de wekê remz û sembola eşqê û sewdaseriyê tê bikar anîn.. di stranên vê paşiyê yên ku ji dest û devê stranbêjên kurd ên lokal ên ji bakurê kurdistanê derketÎne de jî wekê remza mêrên dilketî tên bikar anîn; wek nimûne; ez bûme wek memê alan.. û di nav civak û cimaeta kurdan de bipirranî navê kesên mem wek memo an memê tê hildan.. filan.. |
|
05.09.2013 14:55 |
endazer
|
1. nivîskarek ê tirşikê ye.. hemû peyamên wî yên di tirşikê de derheqê wênegir û wênekêşê fermî yê kurdistanê mehmet masum süer de ne.. kurdiya wî/wê xweş e û agahiyên têrker û tetmînkar dide.. |
|
05.09.2013 14:44 |
endazer
|