Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kevoka sipî] de;

2. bîwêj, teşbîh, hêma, metafor... eke ku ji bo sulh û aşitiyê bikar tînin. aşitiya bi kurdî ji xwe têra peyveke îrrîtatîf e, dilxelînk e, ji ber ku hingî ji aliyê neciwanik û neciwanmêrnan ve hatiye bikaranîn, nava wê virt û vala kirine, pirtikandine, dûrî civatê kutane d'qûnê de vêca dema bi kevokên spî jî sembolîze dikin, yekcarî tehemûla min jê re namîne, ew qasî ku ji min bê ez ê bibim darikê fitnê û şerê cîhanî yê sêyemîn derxînim ;)

qetehelbesta jêr ya arjen arî ji bo aşitîxwazên kevokperest ;)

Şer ku teriqandibin kulî
Koçber bin quling li ser axeke hişk
Û dûpişk bi xwe vedabe ji kerban
Li ezmanekî vala megere li kevokan
Ne guliyek zeytûnê filitî, ne tayek ta-rîhan:
Çiyayê xewnan şewitî heyran, çiyayê xewnan!

Mejû.../07/2006



02.12.2016 06:05 ~06:07 | endazer