Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ömür hanımla güz konuşmaları] de;

3. îro dema li kolanên diyarbekir tenêtiya di nameya abdulla peşêw de xwe li piyê min girê dida ev rista vê helbestê ku dibêje ''Kimseler görmedi Ömür hanım, bu dünyadan ben geçtim.'' hat bîra min. qederekî li ser fikirîm ka gelo tirsa mirov ji mirinê bi xwe ye an ji bîrbûn û jibîrçûnê ye? niha lê warqilîm têra ferhengekî jibîrbûn û jibîrçûn ji hev ferq dike.



01.05.2017 23:48 | endazer

1. helbesteka şükrü erbaş e. ev çend car in xwe lê diceribînim ji bo biqulibînim ser kurmancî, lê ji heq dernayêm, kengî bêhna min teng dibe, ew rista ''Yaşamak bir can sıkıntısı mıdır Ömür hanım?'' tê bîra min, helbestê dixwînim bêhna min fireh, êşa min sivik dibe hinekî. dema demekî dirêj devê xwe de pûş dikutim, bi xwe re nabînim devê xwe li peyvekî bigerînim rista ''Kimsenin kimseyi anlamadığı bir dünyada söz boşluğu dövmekten başka ne işe yarıyor ki?'' tê bîra min, xwe kerr dikim, xwe davêjim himbêza vê helbestê. di tehma payîzokan de ye. Here lînkê



02.08.2016 05:20 ~13:43 | endazer