Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [adabımuaşeret] de;

2. (bnr: meşere)



01.08.2016 16:16 | endazer

1. rist û rêzikên nenivîsî yên civakê yên ji bo xweştirkirin û hêsantirkirina jiyanê û têkiliya mirovan, bêtir jî jiyana bajêr. mixabin di nav kurdan de kêm tên zanîn û guhpêdan. di ferhengên kurdî û kurmancî de liqay naveke resen ji bo van rêzikan nehatim. li cizîrê ji bo kesên hay ji van rist û rêzikan heyî dibêjin ''bimerîfet'' wek; kurê filankesî gelekî bimerîfet e, bêyî silav ji kesî nabihure. -keça filankesî gelekî bimerîfet e, dema em çûn mala wan, hat li cem me rûnişt heta em rabûn.



adab, forma pirjimar ya edebê ye, muaşeret jî bi hev re bihurandin, hevaltî ye, bi tirkî görgü kuralları jî dibêjin . bi Îngîlîzî; etiquette bi erebî; قواعد التشريفات (qewaîdu teşrîfetî, kurmancî; qeydeyên rûmetê), آداب المعاشرة (edebûl mueşîre, kurmancî; edeba pêkvejyan û bihevrebihurandinê), bi farisî jî; آداب معاشرت (edeb meaşîre).



bi taybet civaka arîstokrat ya îngîlîzan serê xwe gelekî bi van rist û rêzikan ve êşandiye.



01.08.2016 01:55 ~01:56 | endazer