Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dijûnên seksîst] de;

1. ya rastî pirraniya dijûnan seksîst in, yanî li ser kutanê ne. di van dijûnan de, yên dijûnan dikin dixwazin bi riya têkiliya seksî dijminê xwe ciza bikin, seks anku kutan di eslê xwe de ji bo bihevşabûn, kêf û zewqê ye, lê di dijûnan de wekê alavekî ji bo derbirrîna kîn û nefret û dijminahiyê û ji bo cizakirinê tên bikaranîn, ne tenê dijûnên bi kurdî hema bêje bi hemû zimanan pirraniya dijûnan seksîst in.

ev dijûn nîşaneya hişmendî û binhişîneke seqet in jî, pirraniya van dijûnan nerastûrê ne, yanî hedefa dijûnan ne dijmin bi xwe lê ew jin in ku dijmin xwe ji wan berpirsiyar dibîne, wekê; dê, keç, pîrik, jin..



11.07.2016 22:07 | endazer