Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kero hevsarzero] de;

1. pêkenoka ku di nav pêkenokên min seh kirî/xwendî de ya herî komîk e:



Hebû nebû kerek. Ker zeyîf, pişt kul û kurmî bû, ji ber ko zarokên gund lêdidan û ji ber ko gundiyan barên xwe pê dikişandin û dibirine êzingan. Arvan lê dikirin û ew dibirine aşan.



Rojekê kerê ji xwe re got, ko halo çênabe, ez ji ber vî gundî hew ebor dikim. Ezê bazdim ji xwe re bi derekê de herim. Bi rê ket ji gund derket. Li keviya gund geha dîkekî. Dîk bakiriyê, got:



-Kero!



Kerê lê vegerand û got:



-Quzelqurt û kero!



Dîk got:



-Lê bê çi?



Kerê got:



-Bêje kero, hevsarzero, herro elbek ce li bero, tê çê kû?



Dîk lê vegerand got:



- Kero, hevsarzero, herro elbek ce li bero, tê çê kû?



Kerê got:



-Ezê çime Zozana, xum geya û kizwana, dûvê min wê bibê wek dûvê berana.



Dîk got:



-Ma tu min bi xwe re nabî?



Kerê got:



-Çima te bi xwe re nabim? Dîk bi xwe re bir û çû.



Du gava neçû geha berxekî. Berx bakire kerê, got:



-Kero!



Kerê got:



-Quzekqurt û kero!



Berx got:



-Lê bê çi?



Kerê got:



-Bêje kero, hevsarzero, herro elbek ce li bero, tê çê kû?



Berx lê vegerand:



-Kero, hevsarzero, herro elbek ce li bero, tê çê kû?



Kerê got:



-Ezê çime Zozana, xum geya û kizwana, dûvê min wê bibê weke dûvê berana.



Berxikê got:



-Ma tu min bi xwe re nabî?



Kerê got:



-Çima te nabim, were!



Berxik jî bi rex wan ket û çûn. Hinekî çûn gehane rovîkî.



Rovî got:



-Kero!



Kerê got:



-Quzelqurt û kero!



Rovî got:



-Lê bê çi?



Kerê got:



-Bêje kero, hevsarzero, herro elbek ce li bero, tê çê kû?



Rovî got:



-Kero, hevsarzero, herro elbek ce li bero, tê çê kû?



Kerê got:



-Ezê çime Zozana, xum geya û kizwana, dûvê min wê bibê wek dûvê berana.



Rovî got:



-Ko ma tu min bi xwe re nabî?



Kerê got:



-Çima ez te bi nabim, tu jî were!



Çûn çûn ta bi Zozana, gehane mêrgeke fereh û gelekî xweş û hemû geyayê şîn bû. Rabûn li wir man. Piştî çend rokî birînên pişta kerê ketine hev û rehet bûn. Ker bitir bû. Rokê kerê got, ko zira min tê. Hevalên wê gotinê, ko tê çawa bizirî, gur li dora me hene, wê dengê te bikin û bêne me! Kerê bi ya wan nekir û got, ko zira min hatiye û divê ez bizirim, ez bi xwe nikarim. Rabû xwe lê berda û bi dengekî bilind zirî. Guran ji durvê dengê zirêna wê kirin. Gurekî xwe li dengê kerê girt got, ko va kerek dizirê, da ez ji xwe herimê.



Hat bi dûvê kerê girt. Dîk ji tirsa çû serê darê. Rovî jî ji tirsa erd kola, da quleke xwe çêkê, xwe tê de veşêrê. Kerê zîtirk li gur dan û berxik bi poçan hatiyê. Gur gelekî êşandin, rabû wî bazda. Geha hevalên xwe, hevalên wî jê pirsîn, ka te çikir? Got win jî bazdin! Mela çûbû serê darê li ser min bang dida, rovî gorna min dikola, berxik bi poçan hate min û kerê bi zîtirkan li min da. Gidî bazdin li van deran nemênin!



Guran bazdan, ker, dîk, berxik û rovî di mêrga xwe de bi dilxweşî man û çîroka min ji we re xweş.



20.09.2015 03:19 | endazer