Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [abdullah can] de;

1. nivîskar û lêkolînereke kurd e, di ilkehaber.comê de serê çend rojan carekî nivîsên wî derdikevin, bi pirranî di çarçoveya mijarên rîsaleyên nûr, bedîuzzeman mele seîdê kurdî, tehrîfatên li ser rîsaleyan, ji perspektîva îslamî meseleya kurd û kurdistanê dinivîse, mixabin bi tirkî dinivîse, lê qelema wî zehf xurt e, gotina xwe li tu kesî nabihure, min cara ewil navê wî bi nivîsa wî ya li ser îdîayên pûç û bêbingeh yên ahmet akgündüz yên li ser seyîdbûna (nekurdbûna) bedÎuzeman mele seîdê kurdî ku bi reflkesên faşîzan nivîsîbûn, nas kir û ji wê rojê ve hingî dema liqay nivîseka wî ya nû têm, çi qas dirêj jî be, dixwînim, camêr ji serkehniyeke tijî dinivîse, û wek min di destpêkê de got, qelema wî zehf xurt e û heta jê tê bi ziman û şêwazeke nerm û nazik dinivîse, muxatab yekî wekê ahmet akgündüz jî be, dilê tu kesî ji xwe nahêle..

min îro nivîseka wî ya bi navê ''neyim ne değilim'' (çi me, ne çi me) xwend, zehf kêfa min jê re hat, camêr di çarçoveya serkehniyên îslamî (quran, hedîs) de wêneyeke giştî yê mirov û misilmaneke îdeal/pêdivî girtiye.. dest û dilê te terr be seyda.. Here lînkê



14.09.2015 03:59 | endazer