Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dan pêşiya yekî] de;

1. min da pêşiya te, yanî min qezinc kir, an min da pêşiya hemû kesî, yanî ez bûm birîncî!

carê dema ez biçûk, ez û xwuha xwe mekteba em diçûnê ji malê zehf dûr bû, her roj nêzikê saetekî em bi rêve diçûn, axirê ji bo em mesafeyan kurt bikin anku xwe ji bîr ve bibin, me dida bezê, ka kî yê ji me bide pêşiya kî.. lê ji ber ku ez kurr bûm û ew keç bû yanî şert û merc û sikletên me ne yek bûn, min çentê xwuha xwe jî dida milê xwe lê dîsa jî min dida pêşiya wê.. heyla dinyayê ji kesî re nemayê!



10.09.2015 00:19 | endazer