Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [unîteya çavdêriya domdar] de;

3. şûna uniteyê em bêjin ode çêtir û xweştir e.. unîte di kurdÎ de nîne û gotina wê jî ji ber ''ünite''ya tirkÎ zehmet û tevlihev e.. ez bi xwe jî dema dixwînim dibêjim ''û'' nabêjim ''u'' an ''û''..

çavdêrî ji bo ''bakım'' û ''care''ê ne xirab e, di kurmanciya bakur de mixabin ji bo bakım û careê gotineke yekser nîne, ji xwe ji ber vê tunebÛnê li derinan dibêjin baxim bi kurmanciya behdînî dibêjin sexbêrî û di termînolojiya bijîşkî û tenduristiyê de jî bikar tînin, li ser googleê dema tu sexbêrî dinivîsî têra dinyayekî done derdikevin pêşiya te ..

ji bo ''yoğun'' û ''intensive''ê jî peyva ''domdar'' kêfa min jê re nehat lê wergêreke baştir jî nayê bîra min..



25.04.2015 14:22 | endazer