Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mela îbrahîmê çoqreşî] de;

1. Mela Îbrahîmê Çoqreşî kurê Mela Ebdilrehmanê Melakendî bû û kesekî navdar bû di zanînên şerîet û sofîtiyê de. Zanîna xwe ya şerîetê li ba bavê xwe wergirtibû. Di destpêka sofîtiya xwe de, Mela Îbrahîmê Çoqreşî çû ba Seyd Sebxetillahê Erwasî û piştî mirina Erwasî, Mela Îbrahîm bû yek ji mirîdên Şêx Ebdilrehmanê Taxî yê ku îcaza sofîtiyê dayê û ew kir yek ji xelîfên xwe.

Mela Îbrahîmê Çoqreşî 33 salan jiya û di sala 1881 de li gundê Çoqreşê wefat kir û li wir hat veşartin. Kurekî wî hebû bi navê Şêx Ebdilrehman. Şêx Ebdilrehman jî sê kur hebûn: Mela Ebdilbaqî, Mela Mihemed Şakir û Mela Ebdillah.

Mela Îbrahîmê Çoqreşî edîb û helbestvan bû û çend berhem li pey xwe hîştin wek: Pirtûka (El Îşarat) ku di eslê xwe de komeke gotinên şêxê wî Ebdilrehmanê Taxî ye, li ser hinek babetên sofîtiyê, wî ew kom kirin û ev pirtûk bi zimanê erebî ye. Herwiha Mela Îbrahîm gelek helbest jî li pey xwe hîştin:



Çîmena îda biharê

Gulşena dildar û yarê

Rewşena bezma bişarê

Pîçeyê dêra purodan



Pîçeya çav surmedayê

Bo me ger daba belayê

Can kirî mesleka bayê

Zalimê pîrê urodan Here lînkê



24.04.2015 01:48 | endazer