Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hoşeng broka] de;

1. gava dî min di malpera ezdipress.comê de nivîsa wî ya bi navê nameyeke vekirî bo gelê ermenî xwend, ji zû de ye min kurmanciyeke ev qasî xweş û fesîh nexwendibû.. heqqeten tu kurmancî nabe wekê kurmanciya êzidiyan, ez ecêbmayî dimînim bi ser vî halî de radibin kurmancî red dikin, û ji zimanê ku pê diştexilin re dibêjin êzidkî..

di nameyê de gilî û gazindan ji hikûmeta ermenîstanê dike û dibêje 24ê adara îsal we di meclîsê de bûyerên di navbera salên 1894-1915 de qewimîn bi navê ''jenosîda li dijî ermenî û asurî û yunaniyan'' qebûl kir, li ermenîstanê nêzikê 45 hezar êzidî dijîn û hûn baş zanin ku me êzidiyan jî behra xwe ji wê qir û fermanê standiye, we çima behsa êşa me jî nekir?

http://ezidipress.com/ku/nameyeke-vekiri-bo-gele-ermeni/



14.04.2015 00:57 | endazer