Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nostaljî] de;

3. nexweşiyeke şirîn e, dema mirov bêriya demên berê dike, jê re dibêjin nostaljî.

Bi rêya frensî nostalgie ji yewnaniya kevn νοστος (nostos, vegerr) + ἄλγος (algia, êş, jan) ketiye kurdî û kurmancî û gelek ziman û zarava û şêwezaravayên din de.

cara ewil sala 1688an bijîşkê swîsreyî, johannes hofer, ji bo nexweşiya ji ber bêriya demên berê, xirabiyên ruhî û fîzîkî yên di laşê mrov de peyda dibin, ev peyv li hev aniye.



yek ji wan nexweşên mûzmîn yên vê nexweşiyê jî ez im, ew qasî heta carina bêriya amerîkaya di fîlmên western de dikim. bêriya stembol a di fîlmên kevn ên yeşîlçamê de dikim. bêriya dergistiyên xwe yên kevn nakim tabî ;) bêriya cizîra berêvarkî ya dema hêj ez zarok dikim.....



14.08.2016 17:53 | endazer