Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ger] de;

8. gola biçûk, deryaya biçûk, deryaçe, behrik.. birk, gol, gerr, azver, çala avê, gerra avê.. li deverinan wek gerrik jî bilêv dibe..



23.07.2013 15:09 | endazer

7. ji bo dor, sireyê jî tê bikar anîn.. ji bo nimûne:

- Pêşî dê jin û zarrok biçin, paşî gerra zelaman e.

- gerra tenûrê ya min e.. binêr ji siharê ve min darikê xwe daniye ber dorê.. (bnr: darikê dorê)



23.07.2013 15:07 | endazer

6. seredan, ziyaret, hatin yan çûn derekê bi taybetî ji bo dîtina kesekê/î..



23.07.2013 15:06 | endazer

5. li cizîrê di wateya parsekirinê de jÎ tê bikar anîn.. j bo nimÛne:

-feqîro digere lê nan bi dest nakeve..

-eger vê carê jî min ji bo xwe karek nedît îcarê ez ê malo malo bigerim û destê xwe li ber xelkê vekim..

-filankes debara xwe bi gerrê dike..



23.07.2013 15:03 | endazer

4. toza nebatan, tovê riwekan, toza kulîlkan.. ya ku ba digerrîne da ku li derek din şîn bibe..



23.07.2013 14:59 | endazer

3. kurtegotina peyva egerê ye.. li deverinên wek cizîrê wek heke jî bilêv dibe.. hoker e û ji bo şertdanînê û îhtîmalan di nav rist û rêzik Û hevokan de tê bikar anîn.. herwiha di berdêla vê peyvê de peyva ku jî tê bikar anîn.. ji bo nimûne:

-ger sibeyî baran neyê ez ê herim bajêr..

-ger ez nexweş nebibûma min dizanî min ê çi bianiya serê te..

-ger ne ji têhn û germaya tavê bûya wê tu tişta zindî li ser rûyê erdê nemabûya..

-ez ê wê bînim serê te ku nehatî serê tu kesî..



23.07.2013 14:58 | endazer