Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fars] de;

2. gava dî ji devê kurdekî li ser etîmolojiya vî navî liqayî îdîayekî têra xwe balkêş hatim.. camêr dibêje di eslê xwe de fars anku ecem wekê ku tê zanîn ne milet û qewmiyeteke aryan in, farisî berê li herêma jêr ya xelîca îranê dijiyan paşê wekê tirk-mongolan zêde bûn û hatin ev axa ku jê re dibêjin îran vegirtin lê belav bûn. dîsa di berdewama vê îdîayê de tê gotin faris bi eslê xwe qereçî û cengen in û pirraniya wan berê debara xwe bi parsê dikirin, berê dema dihatin welatê kurdan parsê kurda ji wan re digotin pars, parsek, navê wan bi vî awayî bû pars-fars.. *



(bnr: tezên fantastîk yên kurdî yên li ser etîmolojiyê)



30.12.2014 21:16 | endazer

1. anku faris, xelk û milet û etnîsîte û qewmiyeteke qedîm e û li rojhilata navîn niştecih e.. ji berê de dewlet û şehînşahiyên mezin yên wekê sasanî û safewiyan ava kirine, ji nav vê qewmiyetê di gelek waran de gelek lehengên dîrokî derketine.. zimanê ku pê diaxivin farisî ye û ew jî wekê kurdî ji binemala zimanên hînd-ewropî tê.. li deverinan ji vî xelkî re ecem jî dibêjin..



30.12.2014 21:05 | endazer