Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qûna tazî tembûrê dixwazî] de;

9. navê nivîseka bavê pêlava birîndar, evdile koçer e..



''Siyaseta rih-tazî pîneyên kemalîstî dixwazî



Demokrasiya mal-tazî qet muxalîfan naxwazî



Civaka şilftazî dîktatorên nû dixwazî



Wêjeya berîk-tazî pêşbirkên du sê zimanî dixwazî



Malpera jiqûnaxwerazî pesinandinê dixwazî



Rewşenbîrê jigotinênxwerazî civaka xulamokan dixwazî



Serokê jitextêxwerazî mûrîdên kor dixwazî



Medyaya ji-monologên-xwe-razî xwendevanên xew-kar dixwazî



Mîtîngên çeqçeqok-parêz tirkmancên kulek dixwazî



Saziyên kakil-ne-parêz gûzên pûç dixwazî



Serokbelediyeyê jikursiyêxwe-razî tir û fisên germ dixwazî



Parlamenterê ji-Enqerê-razî helbet Mîsakî Mîlî dixwazî



Civaka qehreman-dixwazî bivê nevê xayînên nû jî dixwazî



Wergera duziman-parêz civata tirkmancî dixwazî



Televîzyona ji-silavûkulavênxwe-razî qebra temaşevanan dixwazî



Kovara ji-tûrkçe-razî kolonyalîzma navxweyî dixwazî



Rêveberê ji-kumê-xwe-razî garana serberedayî dixwazî



Dezgeha qible-ne-parêz tiraliya belaş dixwazî



Welatparêziya titişt-ne-parêz dawa Ergenekon dixwazî



Elîtê jikumêxwerazî gundiyên reben dixwazî



Stranbêjê mîkrofonparêz guhdarên kerr dixwazî



Aştîxwazê şer-parêz trajediyên nû dixwazî



Nivîskarê ji-otosansûra-xwe-razî îmana şêlo dixwazî



Siyasetmedarê reşûspî-parêz rebenên piştkurmî dixwazî



Mamosteyê ji-elîfbaya-xwe-razî zimanê yekgirtî qet naxwazî



Qûna tazî “her dil bir insandir!” dixwazî''



18.09.2013 19:36 | endazer