Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bavê teyar] de;

8. komedyenê kurd.. îro min li ser facebookê di wêneyekî dît wî û teyarê ku di fîlman de rola kurrê bavê teyar dilîze -nizanim di rastiyê de jî kurê wî ye an na- li hemberî hêzên ku dixwazin rojavayê vegirin û bikin jêr destê xwe rext girêdabûn û çek hildabûn ser milê xwe..

ji vir kerem kin: https://www.facebook.com/photo.php?fbid=497227073647433&set=a.190920107611466.36996.161324003904410&type=1&ref=nf



13.09.2013 00:39 | endazer

2. lîstikvanê şanoyê yê kurd yê ji rojavayê kurdistanê.. demekî bi rêzefîlmên xwe yên ku tê de mêrê kurd yê feodal û doxînsist karîkatûrîze dikir di nav civata kurd ya li bakurê kurdistanê gelekî navdar û popûler bû.. çend caran min li ser roj tv-yê jî darî şano û fÎlmên sîtcomê yên vî camêrî kiriye niha çi bike û bi çi ve mijûl be xwudê zane.. min di serî de digot qey lîstikvaneka amator û neakademîk e lê piştî ku li ser roj tv-yê min dît û min fêm kir ku mekteba vî îşî nexwendibe jî ji derinan derheqê şanoyê de tiştinin bi ber guhan ketiye û camêr rola xwe baş dilîze.. mixabin di bazara şano û sînemayê de kêm kesên kurdistanî û kurdîaxêv hene.. çi bêjim hêvî dikim rojekî em navê vî camêrî di proje û prodûksiyonên baştir û bikalîtetir de bibînin û seyr bikin..



19.07.2013 03:13 | endazer