Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sibat e] de;

1. helbesteka arjen arî ye..



nabêje serma ye, seqem e...

ma xem e rê hatibin girtin

kerwan herin, nerin

bûk bihemil bin, zaro nesax bin

ma xem e...

kirasê bûkaniyê li xwe girtiye Nemrûd

sibat e...



sibat e

bin konê mûyî de zivistan

egal xwar kiriye Qerejdaxê.

binpî jî be sipehî ye

li çiyayên welatê min çi tê

egîdî

û spî spî bûkanî...



te sar be

hûûû bike destên xwe germ bik

ezîzê ber dilê min, şervano

kebaniyê ça daniye ser

tifika me de her û wer

ar e

têhna zivistanî



xeynetî ji devê min dernakeve

ne ku çîrok bi tenê dibêje

dîrok wesa dinivîse:

Kawayek hebû

roj bû, bû qirşikek canê me

ew ji destên me hat, ji destên me ew dibû

û me avêt ser arê heyî

ku ar

bû nasnava me



sibat e

çend hezar sal e, çend sed meh

nola buharî hê kêferat e

li her berqef

li her şikeft

û li neh sed û heft çiya

ku... ev ax

welat e?!



20.09.2014 04:57 | endazer