Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tunehiya kanaleka televîzyonê ya bi zazakî] de;

1. kêmasiyeke mezin e.. serê ewil kêmasiya kurdên zaza ye, çawane heta niha nekarîne hêz û qewet û derfetên xwe bigihînin hev û ji xwe re kanalekÎ bi ziman û zaravayê zazakî weşanê dike damezrÎnin.. û biçekî jî eyb û kêmasiya pkkê ye ku jê re tevgera azadîxwaz a kurd jî dibêjin.. ji bo êzidiyan bi navê çira tv, ji bo rojavayê kurdistanê bi navê ronahÎ tv, ji bo soranî û başûr û rojhilatê kurdistanê, newroz tv heye, lê ji bo kurdên zaza nekarîne kanalekî vekin..

ez bawerim ji bo nimûne dibêjim eger derdora weşanxaneya wateyê ku pirtûkên bi zazakî çap dike, hawara xwe bigihîne hikÛmeta başûrê kurdistanê û jê alîkariyê bixwaze ji bo danîn û damezrandina kanaleke bi zazakî, hikûmeta kurdistanê wê vê yekê ji xwe texsîr neke, û çi lazim be wê bide..



17.09.2014 23:33 | endazer