Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hamdi ulukaya] de;

2. hesabê wî yê twitterê ev e; https://twitter.com/hamdiulukaya

min li tweet û retweetên wî nêrî, derheqê kurdbûniya xwe kurdistanê de hema bêje tiştek negotiye.. tenê lÎnka nivîsa senatorê amerîkayê john mccain ku diBêje li hemberî daîşê arî kurdan bikin, retweet kiriye.. di rûpela wî ya bi tirkî ya wîkîpediyayê de dibêje kurd e di rûpela Îngîlzî de jî dibêje tirk e lê ji malbateke kurd e (çawa çêdibe min jî fêhm nekir) birayekanên soran jî bi carekî re dane nêv û gotine kesayetî bazgirganî kurd.. *

derheqê wî û kurdbûniya wî de çend nûçe;

http://www.hurriyet.com.tr/ekonomi/23469897.asp

http://goo.gl/x0pFNN

http://goo.gl/aLgeUO



13.09.2014 22:08 | endazer

1. karsazeke kurd e li amerîkayê, bi eslê xwe ji bajarê erzingana bakurê kurdistanê ye.. bi navê chobani markeyeka wî ya mastî heye.. dibêjin li amerîkayê mezintirîn berhemdar û firoşkarê mastî ew e.. di medyaya tirk de wekê hemû kurdên ji bakurê kurdistanê bi etîket û nasnameya tirk tê pêşkêşkirin.. bi xwe kurd e navê markeya bi tirkî ye mastê ku difiroşe jî yewnanî ye û nanê xwe jî amerîkiyan dixwe..



13.09.2014 21:58 | endazer