Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mary and max] de;

1. fîlmeka cure stop motion anîmasyon e.. derhêner adam eliot çêkiriye, di sala 2009an de.. fîlm behsa çîroka hevaltiya nameyan ya di navbera max û maryê de dike.. mary keçikeke 8 salÎ ye û ji awistralyayê ye, ji ber bena li eniya xwe, xwe sik dibîne, li mektebê û li kolanê hevalên wê henekê xwe pê dikin, rûyê rehm û dillovanî, hejêkirin û şefqetê ji dêûbavê xwe zêde nedîtiye, diya wê yekî alkolîk e û bavê wê jî yekî kumê wî pênc metra li ser serê wî re ye.. max jî zilameke 40 salî ye, ji amerîkayê ye, yekî obez e, ji derûniya xwe nexweş e, ketiyê sendroma aspergerê ye, ji ber vê nexweşiya xwe heta niha bi tu kesî re nekariye têkiliyên nêzik ên xurt deyne, ji xeynî çend heywanên wî yên kedî û cîranên wî yên wekê wî ''anormal'' tu kesê wî nîne, rojekî mary ji bêhntengiyê rûdine nameyekî dinivîse û dişîne ji navnîşanekî nennas re pê re wek pêlÎstokên matruşkayê çîrok ji nav çîrokê derdikeve..

fÎlmê karî heta yekî wekê min dilqayîm jî kelegirî bike (yên dilnazik û nefstenik berî ku rûnin ser fîlmê bila rûloyek peçete li cem xwe deynin), ne fîlmeka dramayê ye, lê jêrmetna çîroka fîlmê de hizn û melankoliyeke kesîf ya me mirovên modern heye, di nav fîlmê de, hêmayên têra xwe komÎk û mîzahî jî hene tabî..



09.09.2014 22:04 | endazer