Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [20.06 2014 kampanyaya danasîna tirşikê li ser twitterê] de;

19. ji ber mêhvanan dema kampanyayê min nekarî amade bim..

min hêvî dikir ku cihê min kifş nebe, lê bi qasê dixweye kifş maye.. bi hêviya kampanyayên pêş..



21.06.2014 18:38 | endazer


10. ew kampanyaya ku min li ser hesabê xwe yê facebook û twitterê wiha anons kiriye, gava dî;

dusiba saet 20:00ê em ê dîsa li ser twitterê lehî û tofana tirşikê rakin.. û em ê bi sponsoriya Ömer Faruk Baran û Weşanxaneya Ronahî pirtûkan li nivîskarên xwe yên nû belav bikin..

kerem kin hûn jî werin bitirşikînin, hem kurdiya xwe pêşde bibin, hem diyariyan qezenc bikin û hem jî bibin parçeyek ji megalo îdeala tirşikê ya li ser înternetê afirandina derdora kurdî.. *



18.06.2014 19:18 | endazer

6. ji kampanyayê mebest tenê ne hatina nivîskarên nû ye, bêtir bi bÎr xistin e ji bo nivîskarên kevn.. gelek nivîskarên tirşikê yên berê di tirşikê de bi aktîvî dinivîsîn êdî nanivîsin, berê di tirşikê de rojane herî kêm 200-250 peyam dihatin nivîsandin, lê êdî gelek rojan bi ser 100î jî nakeve.. eger wiha here, tirsa min ew e eger wiha here, hewzê tirşikê wê bimiçiqe.. û ev jî heye, di destê me de 39 pirtûk hene ku me dil heye em li nav nivîskaran de belav bikin, biçekî jî ji bo danasîna belavkirina van pirtûkan e ev kampanya..

û eger saya serê kampanyayê hejmara şopînerên nivîskarên tirşikê zêde dibe, ev yek cihê kêfxweşiyê.. *



16.06.2014 17:32 | endazer

4. roja şemî û yekşemê ji ber ku tehtîl e, herkes planinan ji xwe re çêdike û kêm kes dikeve di înternetê de, ji ber wê min roja îniyê hilbijart, roja îniyê, saet 8ê pirraniya xelkê wê li malê be û ji ber ku roja dîtir îş tune ye, heta derengiya şevê wê li ser înternetê bin..

eger çend kesek dî jî îtîrazê ji bo dema kampanyayê bike, em karin biguherînin tabî..



15.06.2014 21:15 | endazer

1. kampanyayek pêwist e, ji mêj de ye me dengê xwe di twîtterê de hilnedaye.. dev ji hatina nivîskarên nû berde, êdî pirraniya nivîskarên berê ku demekî aktîv bûn jî nanivîsin û ji bo bibîrxistin û nasandina tirşikê me dil heye hefteya bê roja îniyê saet 20:00ê kampanyayek ji kampanyayek kevneşopî yên danasîna tirşikê li ser twitterê çêkin, me hêvî heye her nivîskarek û xwendevanek rahêjê hesabê xwe yê twitterê û beşdar bibe..



14.06.2014 21:51 | endazer