Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rexşê belek] de;

1. Navê hespê ristemê zal e.
Di destanên persan mina şehnameya firdewsî û herwiha di çirokên kurdan de gellek caran derbas dibe.

***
Ristem rabû Rexşê Belek teslîmê lawên meta xwe Coman û Cobar kir û ew şandin Zozanên Qizmê, çiyayê Debaran. Di germa havînê de Mala Zalê diçûn wir. Qesr û qûnax, xan û eywan, şikeft û tewle hebûn.
Coman û Cobar Rexşê Belek xistin tewla binê koşka qûntara çiya, tewle di zikê kevira helan de hatiye vedan. Pişta koşkê bi temamî çiya, bilî deriyê hewşê yê duqanat, derî tune. Li ber derî, bû êvar. Cobar ket xewê û Coman ma li pawaniyê. Palewanên Mala Zalê ne, xewa wan giran e, bi rojan dajo. Sê roj û du şevên Coman di pawaniyê de, Cobar di xewê de. Şeva sisiyan ew ji xew rakir û got:
”Birayê min, de rabe. Şeva sisiyan e. Em îşev jî bi silametî, bê qeda û bela derbas bikin, em ji bin barê xalo derdikevin. Ji dehkereya wî difilitin.”

***



02.09.2021 15:10 ~2021.09.03 16:27 | cinorek